Eğitim-Sen Hakkari Şubesi, 21 Şubat Dünya Anadil Günü dolayısıyla Eski Öğretmenler Evi önünde basın açıklaması düzenledi.
Açıklamaya KESK, DİSK, İHD, BARO, TMMOB, HESOB, ENGENÇ-DER ve ÖHD destek verdi.
Eğitim-Sen Hakkari Şubesi Hukuk Sekreteri Muazzez Kurt Aşkan tarafından yapılan açıklama, anadilinin önemini vurguladı.
Aşkan, dilin sadece iletişim değil, aynı zamanda kültürel ve toplumsal bağları güçlendiren bir araç olduğuna dikkat çekti.
Açıklamada, eğitimde anadilinin kullanılması gerektiği, bunun insan hakları ve toplumsal eşitlik açısından temel bir hak olduğu ifade edildi.
Ayrıca, anadilinde eğitim almanın bireylerin kültürel kimliklerini geliştirmelerine ve özgürleşmelerine katkı sunduğu belirtildi.
Eğitim-Sen, dil çeşitliliği ve çok dilliliğin toplumsal gelişim için gerekli olduğunu vurguladı.
Aşkan, anadilinin engellenmesinin, bireylerin özgürlüklerinin kısıtlanması anlamına geldiğini ve dilin yok edilmesinin toplumsal bağları zayıflatacağını ifade etti.
Ayrıca, UNESCO tarafından 1999 yılında ilan edilen Dünya Anadil Günü'nün, dil çeşitliliği ve kültürel zenginliğin korunmasına dikkat çekmek amacıyla kutlandığına değinildi.
Eğitim-Sen Hakkari Şubesi, tüm dünya genelinde ve Türkiye'de anadilin korunması, desteklenmesi ve eğitimde kullanılmasının önündeki engellerin kaldırılmasını talep etti.
Kürtçe olarak şu ifadelere yer verildi: Zimanê zikmakî yê ku him çandê ava dike him jî çandê derbasî yên din dike, mala zarok e,hatta cîhana wî ye. Ji bo dema watedariya zarok ya pêşî de, nivîskar wiha dibêje “Zimanê ku jiyanê dide mirov ji ber vê sedemê bi gotina “zikmakî” tê vegotin.
Zarok di hin demên jiyana xwe de rastî derfet, bêderfetî û rêgezên çandê tê. Li hev rasthatina bi van payedarên ziman û çandê di dema avabûna qarakterê de pêk tê. Bi vê re kesên ku ber bi kamilbûyinê ve diçe ji aliyê hunerî,afirînerî, hestiyarî û bîrbirî ve jî pêş dikeve. Di heman demê de aliyên aborî,polîtîk û bîrdozî jî wekî heyînên çandê derdikeve holê. Ev heyînên şênber yên jiyanê jî bi zimanê zikmakî bûne yek. Lewma zimanê zikmakî parçekî jêneger ya jiyana civakî ye. Ji ber vê yekê jî dema qedexe li zimanê zikmakî yê kesekî dibe, ew kes şert û mercê xwebûnê jî winda dike.
Perwerdehî, ji bo mirov bi awakî tenduristî bi çandê re têkîldar bibe, bi awakî afirîner bê destekirin û ji bo jiyana civakî bê amadekirin, pêvajoyeke alîkar e. Perwerdehî, li ser esasê pêkanîna wekhevî û edaleta civakî mafekî bingehîn e. Mafê perwerdehiyê wekî mafê din ê bingehîn, bingeha xwe tenê ji mirovbûna insan digre. Xala 26’an a dazanîna gerdûnî ya mafê mirovan wiha dibe ”Mafê perweredehiyê yê her mirovî heye.” Mafê perweredehiyê ya di belgeyên navnetewî û zagonên Tirkiyê de tê pejirandin û parastin, di asta gerdûniyê de wekî mafê mirovan tê pejirandin. Sedema vêya jî di gihaştin û pêşketina qarakterê mirov de, di xwezanîn û xwe azadkirina mirov de bandora wê ye. Di vê çarçovê de dayîna perwerdehiyek demokratîk, cemawerî û bê cûdahî berpirsyariya devlet û hikumetan e.
Ji bo mafê perwerdehiya cemawerî pêk were divê cûdahiyên ziman, ol, netew, zayend, herêmên erdnîgarî û nêrînên polîtîk ji holê bê rakirin. Lewma perwerdehiya zimanê zikmakî mafekî bingehîn e. Lewma perwerdehiya zimanê zikmakî ji bo çandnasîn û çandzanîna di navbera qirnan de pêwîste.
Ji ber vê Rêxistina Çand Zanîn û Perwerdehî ya Neteweyê Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999’an de 21’ê Sibatê wekî ”Roja Zimanê Zikmakî” ya navnetewî pejirand. ”21 Sibatê Roja Zimanê Zikmakî” cara ewilî di sala 2000 de, li her derê cîhanê ji bo piştgirîya çand û jiyana pirrengî hatiye pîroz kirin.
Modelên qelskirina zimên ya di perwerdehiyê de û li gorî van lêkolîna perwerdehiya bingeha xwe ji bîrdoziya yekrengî digre, bi armanca pişaftinê tevdigere. Û bandora xwe ya neyînî li ser derûnî, zanîn û perwerdehiyê çêdike. Lewra xisarên aborî, ramyarî û tenduristî çêdibin.
Li Tirkiyê tu dev ji perwerdeheya zimanê zikmakî berde, hebûna zimanê cûda jî nedihat pejirandin û nayê pejirandin. Heya niha jî zimanê ji bilî yê fermî mîna “Zimanê tune” an jî “ Zimanê nayê zanîn “tê bilêvkirin.
Kurdî, Erebî, Çerkezî û Lazî bi polîtîqayên pişaftinê re rû bi rû mane. Îro bi mîlyonan xwendekar ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar tê hiştin. Xebatên zanistî dide zanîn ku zarokên zimanê wan di bin polîtîqayên qelskirinê bimîne, asta wan ya perwerdehiyê jî qels dimîne.
Ji aliyê din ve bi lêkolînan jî hatiye aşkera kirin ku dibistanên ku bi zimanê zikmakî perwerdeyê didin serkeftina wan zêdetir e. Li Afrika, Asya, Ewropa, Amerîkaya Bakur û Başûr li gelek welatên cîhanê mînakên serkeftina di perwerdeya pirzimanî de hene. Ji ber vê jî divê her zarok di cîhaneke ku karibe zimanê xwe yê zikmakî pêşda bixe û bi zimanê xwe yê zikmakî jiyana xwe bijî. Bi armanca gihandina perwedeya bi zimanê zikmakî, perwerdeya pirzimanî pirek e di navbera çand û zimanan de. Ev demokrasî û wekheviyê pêşde dixe û gelên cuda cuda û kêmderfet diparêze. Ev ji bo gihandina jiyanek û cîhanek ku edaleta civakî lê saz bibe gavek e. Ji bo ku kes pêşde bikevin hewcedarî ji civakeke wisa azad û li ser wekheviya gelan, wekheviya zimanan û çandan pêşda bikeve heye . Di vî warî de li ser gihandina perwerdeya bi zimanê zikmakî, perwerdeya pirzimanî xalek gelek girîng e. Ji bo civakeke pirçandî û demokratîk, divê polîtîkayên perwerdeyê yên ku li ser " ewlekariya perwerdeyê" hatine avakirin bêne terikandin. Divê dev ji bisînorkirina zimanên din bê berdan. Divê civakeke wisa bê avakirin ku her kes bikaribe zimanê xwe yê zikmakî hîn bibe û bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê bibîne.
Weke Egitim Sen em 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li hemû cîhanê û hemû gelên li Tirkiyeyê pîroz dikin. Em daxwaz dikin ku hemû astengiyên fermî û astengiyên kiryarî yên li ber pêşketin û pêşdexistina hemû zimanên din yên zikmakî demildest bêne rakirin.