Ewladê dixêra dey û bab, 
Dê gîhîte mirada ya Rab, 
Heke deng bilintkir ewlad, 
Dê halê wî çibît hey had.
  
Dijmin bira firote birayî, 
Babi bira kerî jibo birayî, 
Nezana pişta xwe da nezana, 
Bira pişta birayî çîyayê Uhud’e
  
Nefsa geş,  
Aqil û zikê reş,  
Devê beş,
Na gîhîte mirada xweş.
  
Zelamê bê şerm, 
Jina bê çerm e, 
Jina bê şerm, 
Zelamê bê çerm e.
  
Evdalim belengazim, 
Çi ji dinyayê nizanim, 
Aşiqê gul um,
Gula bilbil im.
  
İnsan çen bîte bizin, 
Na dene ser mezin, 
Axivtina keran, 
Naşkênît aqildaran
  
Hesûdîya nezana, 
Agirê dinyayê ye,  
Hesûdîya zana,  
Bêhna beheştêye

Zalim zalim e, 
Ha îro, ha sube, 
Tejî canta wî guneh e, 
Dê kuxît, barê wî cehnem e.
  
Heke zalim zulim geşkir, 
Mala xwe xweş, cîran nexweşkir, 
Tobe jibîrkir zulim dewamkir, 
Qewil xilas emrê xwe kurtkir.
  
Ayetên Rabbê alemê, 
Hedîsên Pêxemberê Xwedê, 
Ey ehmeqê aqildarê bê aqila, 
Çivêlê ser hemi rîya…