WEXTÊ BÎR TÊNE BÎRAMIN
Wextê bîr têne bîramin
Krên dikete dilêmin
Rondîk ten çavêmin
Dest sisbît, pê giranbît
Wextê dibêjin dayîk mir
Berzetbît rê û pir,
Aqıl namînît serê mîr
Lazime hebît sabir
Wextê êtîm û sêwî
Çav kete çavî
Dîl disojît hemî
Bo Pêxemberê alemê
Wextê dayik û baben belingaz
Ketine destê nexêrxwaz
Mirin dê mera kete gaz
Hawar heyfe hey hawar
Bibin camêr û insan
Werin riya heq u Îman
Dinya şibî holan
Me xapînît wekî zarokan
Nimêja nahêlin,
Dilê evda naşkênin
Hizya û dizya dûr dimînin
Wijdanê da pır xweşbin,
Alimê ilimdar
Her alimek wekî âlemdar
Eve aqîldarê hikimdar,
Serfîraza her dewletdar…